Sedir: Min soza ji kar dûrxistina serok wezîrê Îraqê wergirtî ye
Serokê rewta Sedir, weha dibîne ku serok wezîrê niha yê Îraqê dibe sedemek bo berdewambûna xwînrêjtinê û dûbarbûna sînaryo ya Yemen û Suiyê li vî welatî.
K24- Hewlêr
Serokê rewta Sedir, weha dibîne ku serok wezîrê niha yê Îraqê dibe sedemek bo berdewambûna xwînrêjtinê û dûbarbûna sînaryo ya Yemen û Suiyê li vî welatî.
Mûqteda Sedir, serokê rewta Sedir di ragehandinekê de belav kirîye, dest ji kar neve kişandina Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê niha yê Îraqê dibe serema berdewambûna xwînrêjtinê û dûbarebûna sînaryo ya Suriye û yemenê li Îraqê.
Di wê ragehandinê de hatîye, eger duhî Beşar Esede û Ebid Rebe sedemêb karesatên Suriya û Yemenê bûn, niha Adil Ebdulmehdî bi vemana xwe di desthilatê de dibe sedema kavilbûna Îraqê.
Serokê rewta Sedir xuya kirîye, wî soza ji kar dûrxistina serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdulemehdî wergirtîye, bê ku amaje bi wan kes û alîyan bike, ka kîne ewên piştîvanîyê li dûrxistina serok wezîrên Îraq ji postê dikin.
Sedir aşkera jî kirîye, eger serok wezîran ji kar behêt dûrxistin, ew amade nîye di ayînde de hevpeymanîyê li gel ti alîyekê bike.