3 leşkerên artêşa Sûrî li Serê Kaniyê hatin kuştin
Şer li gundewarê bajarê Serê Kaniyê berdewam e û 3 leşkerên Hikşmeta Sûriyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer li gundewarê bajarê Serê Kaniyê berdewam e û 3 leşkerên Hikşmeta Sûriyê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şer û pevçûn li gundê Erîşe û gundên bajarokê Zirgan yên rojhilatê Serê Kaniyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê ji aliyekî û artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve ji aliyekî din ve derketin.
Rewangehê da zanîn, di encama wî şerî û topbarana Tirkiyê de, 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û zêdetir ji 400 malbat ji wê navçeyê koçber bûn.
Roja 13ê vê mehê HSD û artêşa Sûriyê rêkeftibûn û li gor rêkeftinê, artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûne.
Ev yek di demekê de ye, biryar bû îro gereke hevbeş ya Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê bihata kirin, li gor zanyariyan jî, aliyê Tirkî beşdar nebû û Polîsên Rûsî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi gerê di navbera Qamişlo û Dirbêsiyê de kirin.
S. B