Ji encama teqînekê li Efrînê 15 kes bûne qurabnî
Teqînek li navenda bajarê Efrînê rûda û di encam de 15 kes bûne qurbanî
K24- Hewlêr
Teqînek li navenda bajarê Efrînê rûda û di encam de 15 kes bûne qurbanî
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehand, evro berî sipêdeyê teqînek rûda li bazara keskatîyê li navenda bajarê Efrînê, li bakûra bajarê Helebê.
Li gor ku hatîye belavkirin, ew teqîn bi rêya otombêleke bombekirî hatîye encamdan, di encam de 5 kes hatin kuştin û 10 kesên din jî bi giranî birîndar bûn. Herweha zîyanên madî jî gehaye deverê û wêstgeheka sûtemenîyê jî li nêzîk cihê teqînê agir girtîye.
Ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ve ji alîyê Tirkiyê û çekdarên dûvelankên wê, bi berdewamî teqîn li Efrîn û deverên derdorê wê rû didin û di encam de kesên sivîl dibin qurbanî.
