Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derveyê Çîkê pirsa vekirina şaxeke zankoya Pelaçk a çîkî li Hewlêrê genegeşe kirin

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîravan Barzanî û wezîrê derve yê Komara Çîkê behsa vekirina şaxa zankoya Pelaçka Çîkî li Hewlêrê kirin.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîravan Barzanî û wezîrê derve yê Komara Çîkê behsa vekirina şaxa zankoya Pelaçka Çîkî li Hewlêrê kirin.

Wezîrê derveyê Komara Çîkê, Tomaş Pîtercîşîk, di tiwîtera xwe ya fermî de belav kirîye, li gel cenabê serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Qeterê û di perawêza kombûnên girûpa bingehîya Konfiransa Miyonşinê wan dîdar hebûne. Yek ji tewerên gotûbêjan vekirina li qa zankoya Pelaçka Çîkî bû li Hewlêrê.

Roja Sêşembîya burî, wezareta xwêndina bilind û vekolînên zanistî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, pirojeya vekirina şaxa Pelaçka Çîkî ya hikumî li Hewlêrê pesind kir.