Nûtirîn pêşnîyaza Rûsiyayê bo HSDyê
Sêrgî Vêşînîn, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyayî ragehand: Mosko amade ye hevkarîya Kurd û Sûriya bike bi armanca veguhaztina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bo nav artêşa Sûriyayê.
K24- Hewlêr
Sêrgî Vêşînîn, cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyayî ragehand: Mosko amade ye hevkarîya Kurd û Sûriya bike bi armanca veguhaztina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bo nav artêşa Sûriyayê.
Ragehand jî: Em amade ne hevakrîya herdû alîyan bikîn daku dest bi danûstandinan bikin.
Di dawîya meha burî de, HSD ragehandibû ku ji sinûrê navbera Suriya û Tirkiyayê dê xwe vekişîne û şûna wan hêzên hikumeta Sûriyayê erkê paraztina wê deverê dixe stûyê xwe de.
HSD amadeyî ya xwe nîşand dabû bo destpêkirina danûstandina li gel hikumeta Sûriyayê û bo evê mebestê jî li Rûsiya rêkevtine.