Nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîr: Projeyên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê %65 hatine temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kiriye ku di Kabîneya Nehê de projeyên sînorê parêzgehên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê %65 hatine temamkirin.

Di demekê de ku karkirin li ser projeya cadeya dualî ya Çwarqurne – Dukanê berdewam e, li gorî amarên Nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de projeyên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê %65 hatine temamkirin; zêdebarî danîna her du sîstemên bayometrî û pîvera jîr, ku dîroka wan her du sîsteman vedigere salên 2016 û 2017an.

Nivîsîngeha Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî da ku sala 2025ê mînakeke ciwan a hikûmraniyê bûye di birêvebirinê de û tenê di wê salê de bi qasî 564 milyar dînaran ji bo projeyên wî sînorî hatine dabînkirin, zêdebarî wê yekê ku 78 milyar dînarên din ji bo kerta tenduristiyê hatine terxankirin.

Di derheqa amara giştî ya projeyên wî sînorî de piştî sala 2021ê, Nivîsîngeha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal kir ku bi giştî yek hezar û 172 proje hebûn û bi vî rengî hatine bicihanîn:

Parêzgeha Helebceyê: Ji tevahiya 386 projeyan, 215 proje di dema Kabîneya Nehê de temam bûne û hatine bicihanîn.

Îdareya Serbixwe ya Raperînê: Ji tevahiya 336 projeyan, 199 proje temam bûne û hatine bicihanîn.

Îdareya Serbixwe ya Germiyanê: Ji tevahiya 450 projeyan, 286 proje hatine temamkirin û bicihanîn.

Di derheqa parêzgeha Silêmaniyê de û bi taybetî kerta şaredariyê, eşkere kiriye ku piştî sala 2022ê 344 proje hebûn û 210 ji wan projeyan temam bûne; her di vê salê de jî 390 hezar metreyên çargoşe yên cadeyan hatine qîrkirin, zêdebarî wê yekê ku salane 17 milyar dînar ji bo paqijkirina bajarê Silêmaniyê tên terxankirin.

Herwisa behsa wê yekê jî hatiye kirin ku kerta karebayê dahata xwe ya taybet ji %8 a dahata giştî heye û li ser wê dahatê 760 proje hebûn, ji wê hejmarê jî 657 proje hatine bicihanîn ku ev rêjeyeke gelekî bilind e û nêzîkî %86 ji wan projeyan temam bûne; zêdebarî wê yekê ku di sala 2025ê de bi qasî 43 milyar dînarên din ji bo kerta karebayê hatine terxankirin.