Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Herêma Kurdistanê berhemê xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî li dijî bizavên parvekirina Herêma Kurdistanê helwesta xwe diyar kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê berhemê xebat û qurbanîdana bi dehan salan a xelkê Kurdistanê ye û qewareyeke destûrî ye; herwisa daxwaz ji hemî hêz û aliyên siyasî jî dike ku vegerin ser maseya danûstandinan û lihevkirinê.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, daxuyaniyek belav kir û peyameke niştimanî gihand malbatên şehîdan, xelkê Kurdistanê û Kurdistaniyên diyasporayê û tê de ragihand: "Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi dilsozî û nîgeraniyeke zêde ve çavdêriya rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û wan aloziyên siyasî dike yên ku bûne cihê dilgiraniyê li cem welatiyên navxwe û revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê, bi taybetî ew deng û metirsiyên ku behsa îhtîmala perçekirina Herêma Kurdistanê û avakirina du herêmên cuda dikin."
Herwiha tekez jî dike: "Herêma Kurdistanê û qewareya wê ya destûrî berhemê xebat û qurbanîdana bi dehan salan a gelê Kurdistanê ye û tevî cudahiya nerînan, mala hevpar a hemiyan e. Bêguman di vê qonaxa hestiyar de, yekrêzî û tebayiya niştimanî yekane mertalê parastina vê destkeftiya dîrokî ye û her parvebûnek pêgeh û hêviya Kurdistanê lawaz dike û hemî dilsoz û dostên gelê me nîgeran dike."
Di pareka din a peyama xwe de jî, Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihandiye: "Bi canekî birayane û berpirsyarane, em daxwazê ji hemî hêz û aliyên siyasî û serkiretiya Kurdistanê dikin ku berjewendiya bilind a niştiman û aramiya welatiyan danin berî hemî duberekiyan."
Di dawiya peyama xwe de jî daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku "bi dilekî berfireh û zimanê hevfêmkirinê vegerin ser maseya danûstandinan û lihevkirinê, daku bi hev re qewareya destûrî û yekparçeyiya Herêma Kurdistanê biparêzin û piştrastî û tenahiyê bidin gelê me li navxwe û derveyî welat."