Tiramp û Erdogan dê civin

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê civîn xwe li gel Erdogan ragehand û serok komarê Tirkiyê jî serdan xwe bo Waşintun piştrast kir.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê civîn xwe li gel Erdogan ragehand û serok komarê Tirkiyê jî serdan xwe bo Waşintun piştrast kir.

Receb Teyîn Erdogan, serokê komara Tirkiyê, di konfiranseke rojnamevanî de li Enqereyê ragehand, bo genegeşekirina hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra rojhelata Sûriyayê li gel serokê  Emerîkayê li Waşintun dicive.

Erdogan tekez dike, sera ku li gel Emerîkayê  rêkkevtine, lê hêzên YPGyê hêj li ser sinûran mane.

Ev di axivtinên Erdogan di demekê de ye, Donald Tiramp di Tiwîtekê de ragehandibû, roja Çarşembîya dahatî li Koçka Sipî li gel Erdogan dicive.

Herçende rêkkevtin di navbera Emerîka û Tirkiyayê û dûv re jî di navbera Rûsya û Tirkiyayê re, lê heya niha ceng li Rojavaya Kurdistanê berdewam e.