Rûsya alîkariyên locistî dişîne baregehên xwe li Ên Îsa û Minbicê
Rûsya karwanek alîkariyên serbazî şand navendên xwe yên leşkerî li Ên Îsa û Minbicê.
K24- Hewlêr
Rûsya karwanek alîkariyên serbazî şand navendên xwe yên leşkerî li Ên Îsa û Minbicê.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, polîsên leşkerî yên Rûsyayê karwanek alîkariyên serbazî, ku ji kelûpelên serbazî û lojistî pêk tê, şand navendên xwe yên leşkerî li bajarokê Ên Îsa yê bakûrê Reqayê û Minbic li bakûrê rojhilatê Helebê.
Duhî jî, polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi 40 barhilgiran, alîkariyên serbazî ji bo navenda xwe ya leşkerî li Ên Îsayê şandibû.
Piştî êrîşa Tirkiyê ya ser bajarên Serêkaniyê û Girêspî, li naverasta meha borî û ligor rêkeftinek digel HSD, Rûsya polîsên xwe yên leşkerî şand bajarokên Ên Îsa û Minbicê, û li cihê Hêzên Hevpeymanan bicîh bûn.