Di 24 demjimêran de 5 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û 28 jî birîndar bûn

Di 24 demjimêran de pênc leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Tiltemir û Zirganê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûne.

K24- Hewlêr

Di 24 demjimêran de pênc leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Tiltemir û Zirganê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûne.

Li gundewarê nahye ya Zirgan û Tiltemrê şer û pevçûn di navbera girûpên çekdarên  ser bi Tirkiyê  li alîyekê û artêşa Sûriyê û HSDyê (Hêzên Sûirya Demokrat) li alîyekê din berdewam e.

 herweha di dema 24 demjimêrên derbazbûyî de û ji encama topbarana artêşa Tirkiyê  pênc leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûn e, ku di nava wan de efserên pileblind jî hebûn e.

Dohî hikûmeta Sûriyê ragehandibû, ku wan gundê Ûm Şefêe li gundewarê Zirganê kontrol kirbûn.