Di 24 demjimêran de 5 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û 28 jî birîndar bûn
Di 24 demjimêran de pênc leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Tiltemir û Zirganê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûne.
K24- Hewlêr
Di 24 demjimêran de pênc leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Tiltemir û Zirganê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gundewarê nahye ya Zirgan û Tiltemrê şer û pevçûn di navbera girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê li alîyekê û artêşa Sûriyê û HSDyê (Hêzên Sûirya Demokrat) li alîyekê din berdewam e.
herweha di dema 24 demjimêrên derbazbûyî de û ji encama topbarana artêşa Tirkiyê pênc leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 28 leşkerên din jî birîndar bûn e, ku di nava wan de efserên pileblind jî hebûn e.
Dohî hikûmeta Sûriyê ragehandibû, ku wan gundê Ûm Şefêe li gundewarê Zirganê kontrol kirbûn.