Rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê: Sizayên tund bi ser Tirkiyê re disepînîn
Rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê radigehîne, Waşintun li beranber tawanên ceng bêden nabe û heke Tirkiye girêbesta sîstema S400 ne helweşîne; sizayên tund bi ser wê re disepînîn.
K24- Hewlêr
Rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê radigehîne, Waşintun li beranber tawanên ceng bêden nabe û heke Tirkiye girêbesta sîstema S400 ne helweşîne; sizayên tund bi ser wê re disepînîn.
Robêrt Obrayîn, rawêjakarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê ragehand, Waşintûn li bernaber tawanên cengî di dema hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra rojavaya Suriyê bêdeng nabe û eger heye ku artêşa tawanên cengî li beranber hevwelatîyên sivîl li bakûra Sûriyî encam dabe.
Rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Emerîkayê ragehand jî: Heke Tirkiya girêbesta sîstema S400 li gel Rusyayê ne hewlweşîne, wê demê waşintun sizayên tund bi ser Tirkiyê re disepîne.
Hêzên Suriya Demokrat (HSD), Tirkiyê tawanbar dike bibikarhînana çekên qedexekirî li Rojava Kurdistanê û li gor çend girteyên vîdyoyî, mîlîşyayên ser bi Tirkiyê li Rojavya Kurdistanê encamdane.