Nesir Elherîrî: Serkeftina civînên komîteya destûrê bi xwesteka rijîma Sûriyê ve girêdayî ye
Serokê Desteya Danûstandinên Dijberîya Sûriya raghand, serkeftina civînên komîteya destûra Sûriya bi xwesteka rijîma Sûriyayê ve girêdayî ye.
K24- Hewlêr
Serokê Desteya Danûstandinên Dijberîya Sûriya raghand, serkeftina civînên komîteya destûra Sûriya bi xwesteka rijîma Sûriyayê ve girêdayî ye.
Nesir Elherîrî, serokê Desteya Danûstandinên Dijberîya Sûriya di kongireyeke rojnemevanî de raghand, ew geşbînin bi civînên destipêkê yên komîteya destûra Sûriya û ew civîn bi destipêkeke nû di navbera alîyên Sûriya de bi nav kir.
Herweha Herîrî got: Gehiştin bi çareyeke syasî; grêdayî ye bi xwesteka alîyên Sûriyayê ve, bi taybetî rjîma Sûriya û piştevanîya navdewletî.
Got jî: Nabe ti welat destwerdanê di civînên wê komîteyê de bike.