Endamên Kongirêsa Emerîkayê daxwaz ji Tiramp dikin pêşwazîyê li Erdogan neke

Endamên Kongirêsa Emerîkayê daxwaz ji serokê Emerîkayê, Donald Tiramp dikin ku di niha de pêşwazîyê li serok komarê Tirkiya neke.

K24- Hewlêr

Endamên Kongirêsa Emerîkayê daxwaz ji serokê Emerîkayê, Donald Tiramp dikin ku di niha de pêşwazîyê li serok komarê Tirkiya neke.

Hejmarek ji endamên Kongirêsa Emerîka , di nameyekê de bo serokê Emerîka Donald Tiramb re şandîne derbarê seredana serok komarê Tirkiya, têde daxwaz ji Tiramp dikin ku seredana Erdogan bo Emerîkayê rawestîne û serdana wî bo Emerîkayê di niha de neguncayî ye.

 Biryare sube serok komarê Tirkiya Receb Teyîb Erdogan seredana Emerîkayê bike û li gel serokê Emerîkayê, Donald Tiramp bicive.