Makron: Min gotûbêjeke nayab li gel Tiramp encam da
Îmanoyîl Makron, serokê Firansayê ragehand, di peywendîyeke telefonî de li gel Donald Tiramp , serokê Emerîkayê, me gotûbêjeke nayab derbarê pirsa Suriya û Îranê encamda.
K24- Hewlêr
Îmanoyîl Makron, serokê Firansayê ragehand, di peywendîyeke telefonî de li gel Donald Tiramp , serokê Emerîkayê, me gotûbêjeke nayab derbarê pirsa Suriya û Îranê encamda.
Makron got jî: Di gotûbêja xwe de li gel Tiramp, em gehiştîn encamên gelek erênî.
Serokê Firansa, amaje bi wê yekê jî kirîye , ku şeva burî li gel Tiramp gelek xalên hevpişik derbarê pirsa Sûriya, dosêya Îranê û hevpeyamanîya NATOyê gengeşe kirîye û aşekera jî kir: di perawêza kopîtka NATOyê li Lendenê, careke din li gel Tiramp bi hev re dicîn.
Ev di demekê de ye, biryare li 3-4 meha dahatî kopîka NATO li Lenden a paytexta Birîtanîyayê birêve biçe.