SANA: Artêşa Tirkiya 20 hezar malbat ji Hesekeyê aware kirîne
Ajansa Nûçe ya fermîya Sûrita SANA) belavkirîye, hêzên Tirkiya û mîlîşîyayên hevpeyamanên wê berdewamin li destdirêjkirine ser mal û mulkên hevwelatîyên gundên Tel Temir li bakûra rojavaya Hesekeyê û bi wê sedemê jî malên hejmareke hevwelatîyan hatîne herifandin û kavilkirin.
K24- Hewlêr

Wê ajansê belav jî kirîye, di çend demjimêrên burî de, artêşa Tirkiya û mîlîşîyayên hevpeymanên wê topbarana gundên Iwêş, Dawidîye, Tel Tewîl kirîne li derdorê bakûra rojavaya Hesekeyê û bi sedema wê yekê jî, hejmareke mal û xanîyên hevwelatîyan herifîne û kavil bûne.
Artêşa Tirkiya di destpêka oktoberê de dest bi hêrişa asamanî û zemînî kir bo ser deverên bakûra rojhelata Sûriya û herû bajarokên Girê Sipî û Serê Kanîyê ku hevsinûrin li gel Tirkiya kontirol kir û bi sedema wê yekê jî 300 hezar hevwelatîyên Kurd û Ereb û Siryan ji wê deverê aware bûn.