Koçka Sipî piştîvanîya xwe bo gelê Îranê dûpat kir
Koçka Sipî piştîvanîya xwe bo gelê Îranê dûpat kir û ragehand, heya niha Tehran li ser piştîvankirina terorê berdewame.
K24- Hewlêr
Koçka Sipî piştîvanîya xwe bo gelê Îranê dûpat kir û ragehand, heya niha Tehran li ser piştîvankirina terorê berdewame.
Di peyamekê de Koçka Sipî belav kirîye, Emerîka piştîvanîyê li xwenîşandanên aştîxwazên Îranê dike dijî sîstema desthelata wî welatî û amaje bi wê yekê jî kirîye, heya niha Tehran berdewame li ser piştîvanîkirina terorê û pêxistina bernameya navokî ya xwe.
Herweha Koçka Sipî bikarhînana hêzê dijî xwenîşanderan û astengkirina xîça internêtê û torên civakî şermezar kirîye.
Di pişkeke dî ya peyamê de amaje bi wê yekê dike: Îran bi hemû şîyanên xwe ve rijte li ser pêşxistina bernameya navokî ya xwe û pêşxistina mûşekên xwe û piştîvanîkirina terorê. Desthelatdarên Îranê pişta xwe kirin e xelkê û dixwazin destkevtên kit kesî bi desr xwe ve bihînin. Berê jî wezareta derve ya Emerîkayê piştîvanîya xwe bo xwenîşanderan nîşan dabû.