Naşinal Intirêst: Tiramp ne cidî ye ji vekişandina artêşa Emerîkayê ji Sûriya

Govra Naşinal Intirêst balav kirîye, Donald Tiramp, serokê Emerîka (cidî nîye) ji pirsa vekişandina artêşa Emerîkayê ji Sûriya û Rojehelata Navîn.

K24- Hewlêr

Govra Naşinal Intirêst balav kirîye, Donald Tiramp, serokê Emerîka (cidî nîye) ji pirsa vekişandina artêşa Emerîkayê ji Sûriya û Rojehelata Navîn.

Li gor zanyarîyên wê govarê, hejmara wan serbazên Emerîkayî ku niha li Sûriya ne, zêdetirin ji wê hejmareya li Çirîya Dûyê ya sala 2018yê li Sûriyayê bûn.

Govarê amaje bi wê yekê jî daye, Tiramp çend caran ragehandîye, ku hêzên xwe ji Sûriya dê vekişîne. Dawîn car jî behsa wê yekê kir, ku bo paraztina bîyavên potrolê li rojhelata Sûriya pişkek ji hêzên xwe dê bihêle.

Xuya jî kirîye,Tiramp nakokî li gel sazîyên sîyasîyên derve ya Emerîkayê heye û axivtinên wî derbarê vekişandina artêşa Emerîkayê ji Sûriya ti tiştek ji kevwarê neguherîye.

Govarê behsa wê yekê jî kirîye, heke Tiramp cidî ba li ser pirsa vekişanê, rê ne dida dûbare belavbûna sê hezar serbazan li Seûdîye.