Emerîka sizaya 9 alî û kesayetîyan da ku piranîya wan li Tirkiya ne

Wezareta gencîneya Emerîkayê suiza bi 5 alî û 4 kesayetîyan dasepand ku piranîya wan li Tirkiya ne û tuhmetbarin bi alîkarîkirina Daişê ji alîyê darayî ve.

K24- Hewlêr

Wezareta gencîneya Emerîkayê suiza bi 5 alî û 4 kesayetîyan dasepand ku piranîya wan li Tirkiya ne û tuhmetbarin bi alîkarîkirina Daişê ji alîyê darayî ve.

 Di daxuyannameyekê de, evro, Dûşembîyê, 18/11/2019 wezareta gencîne ya Emerîkayê ragehand, ku wan alîyan piştîvanîya darayî û locistîya Daişê kirîne.

Wezîrê gencîne ya Emerîkayê, Stîvin Minçîn di daxynnameyekê de ragehand, sizadana wan alî û kesatîyan di çarçoveya hewlên rêveberîya Emerîkayê de ye bo têkşikandin û ji navbirina şaneyên Teroristîyên Daişê.

Xuya kirîye jî, ku 3 ji wan alîyên hatîne sizadan li Tirkiya ne û alîyek û kesatîye li Evxanistanin û alîyek li Sûriya ye û kesayetîyek jî  li Kiwêt e.