Almanya hişyariyê dide welatiyên xwe yên serdana Tirkiyê dikin
Almanya welatiyên xwe hişyar dike, ji ber operasyon û pevçûnan serdana hin bajarên Bakurê Kurdistanê nekin û li Tirkiyê bi tometa bangeşeya terorê egera binçavkirina wan heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Almanya welatiyên xwe hişyar dike, ji ber operasyon û pevçûnan serdana hin bajarên Bakurê Kurdistanê nekin û li Tirkiyê bi tometa bangeşeya terorê egera binçavkirina wan heye.
Wezareta Derve ya Almanyayê da xuyakirin, xetên mobayl û înternetê li Tirkiyê di bin kontrolê de ne û hişyarî da welatiyên xwe ku di serdana Tirkiyê de ji ber hin parvekirinan egera binçavkirina wan heye.
Da xuyakirin, li Tirkiyê, bi tometa bêrêziya li Serokomarê Tirkiyê û endamtî û bangeşeya rêxistina terorê, eger heye ew bi salan bêne zîndanîkirin.
Almanya, her weha ji ber berdewamiya operasyon û şer û pevçûnan, welatiyên xwe hişyar kirin ku serdana Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Sêrt û Colemêrgê nekin.
Pêştir hejmarek ji welatiyên Alman yên Kurd bi egera bangeşeya terorê li Tirkiyê hatine zîndanîkirin, tenê di meha Cotmeha bûrî de 19 welatiyên Almanya li Tirkiyê hatine girtin.
S. B