Îsraîlê pêgehên hêzên Îranê li Şamê armanc kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wan bi dehan pêgehên hêzên Îranê li Feyleq Qudis a Îranî li Sûriyê û hin binkeyên artêşa Sûriyê armanc kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wan bi dehan pêgehên hêzên Îranê li Feyleq Qudis a Îranî li Sûriyê û hin binkeyên artêşa Sûriyê armanc kirine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek ji mûşekan ji nava xaka Sûriyê ber bi Îsraîlê hatin avêtin, wan ji beriva wan mûşekan daye û bi dehan pêgehên hêzên Îranî mûşekbaran kirine û hejmarek ji betariyên berevaniya esmanî ya Sûrî jinav birine.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji encama êrîşa Îsraîlê ji pêgehên hêzên Sûrî û Îranî, li derdora Firokxaneya Şamê ya Navdewletî dengê teqînên bihêz hate bihîstin.

Rewangehê da zanîn jî, hin mûşekên Îrasîlê li derdora bajarokê Qudseya ya başûrê Şamê ketin û agir bi cihên hatine armanckirin ket.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, firokeyên Îsraîlê derdora Şamê mûşekbaran kir, lê sîstema berevaniyê ya Sûrî piraniya mûşekên Îsraîlê berî bigihin armancên şikandin.

 

S. B