Serokê Parlementoya Ewropayê operasyona Tirkiye bo ser rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir
Serokê Parlementoya Ewropayê, David Maria Sassoli, operasyona dagirkirina rojavayê Kurdistanê, ji alîyê Tirkiye ve bi tûndî şermezar kir.
K24-Hewlêr
Serokê Parlementoya Ewropayê, David Maria Sassoli, operasyona dagirkirina rojavayê Kurdistanê, ji alîyê Tirkiye ve bi tûndî şermezar kir.
Serokê Parlementoya Ewropayê, David Maria Sassoli digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlût Çavuşoglu li Brûkselê kom bû. Piştî hevdîtinê, Serokê Parlementoya Ewropayê ragihand, ko wî operasyona dagirkirina rojavayê Kurdistanê, ji alîyê hikûmeta Tirkiye ve bi tûndî şermezar kiriye. Operasyona Tirkiyê, binpêkirina giran a yasayên navnetewî ye.
David Maria Sassoli herwiha dibêje, wî di hevdîtina xwe de digel Çavuşoglu, lêgerîna enerjiyê ya neyasayî, ji aliyê Tirkiyê ve li Deryaya Sipî, aniye rojevê û diyar kiriye, ko ew, li gor yasayên navnetewî rêz li serweriya Qibrisê digrin û digel Qibrisê di nava hemahengiyeke xurt de ne.