Amerîka daxwaz ji Îranê dike, hêlên Enternêtê careke din veke

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Îranê dike, hêlên Enternêtê careke din veke , Fransa jî kûştina xwepêşanderan dilgran e.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Îranê dike, hêlên Enternêtê careke din veke , Fransa jî kûştina xwepêşanderan dilgran e.

Li ser pêgeha xwe ya fermî ya Wezareta Derve ya Amerîka nivîsandiye, ku zêdetir ji 90 demjimêran rejîma Îranê hêlên Enternêtê girtiye. Wezareta Derve ya Amerika dibêje, serkirdeyên Komara Islami ya Îranê bi girtina hêlên Enternêtê, propaganda ji bo berjewendiyên xwe dikin. Wezareta Derve ya Amerîka careke din daxwaz ji Îranê kir, ku rêzê li gelê Îranê bigre û hêlên Enternêtê jî, vegerîn e.

ji aliy; xwe ve wezareta derve ya Fransa ragehand ku ew ji wan zaniyariyên ku behs li kûştina xwepêşanderan di van rojên dawî de li Iranê zêde dilgran e.