Belcîka: 9 jinên Daişê û 12 zaro revîyan e, xwedî nasnameya belcîkayê ne
Seroka wezîrên Belcîkayê ragehand: 9 jinên Daiş yên Belcîkayî, Di destpêka hêrişên Tikiyê de bo ser bakûra rojhelata Sûriya, ji navendê Hewandinê revîyane.
K24- Hewlêr
Seroka wezîrên Belcîkayê ragehand: 9 jinên Daiş yên Belcîkayî, Di destpêka hêrişên Tikiyê de bo ser bakûra rojhelata Sûriya, ji navendê Hewandinê revîyane.
Seroka wezîrên Belcîkayê, Sofî Wêlmos regehand; di dema destpêkirina operasyona Tirkiyayê de bo ser bakûra rojhelata Sûriya, 9 jinên Daiş yên Belcîkayî li gel 9 zaroyan, ji wan navendên hewandina malbatên Daişê yên di kevin bin destên Kurd, revîyane.
Li gor axivtinên wê berpirsa Belcîkayî ew jinên hanê derbazê Tirkiya bûne.
Herweha nivîsîngeha dozgerê giştî li Biroksilê ragehandibû, ku dû jinên Belcîkayî li gel 6 zaroyên xwe radestê desthelata Tirkiya kirîne piştî ku karîbûn ji kempa Eyîn Îsa birevin.