Li Diyarbekirê çalakiya 'Welatê Me Kurdistan e' hat lidarxistin
Li Diyarbekirê, Saziya Çandî û Hunerî Amedart, belgefîlma çalakiya 'Welatê Me Kurdistan e' pênîşan da.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, Saziya Çandî û Hunerî Amedart, belgefîlma çalakiya 'Welatê Me Kurdistan e' pênîşan da û li ser rol û girîngiya radyoyên Kurdî, di belavbûna çanda Kurdî de jî gotebêjî lidarxist. Di panelê de bi taybet li ser rola Radyoya Erîvanê di pêşketin û belavbûna çand û hunera Kurdî de hat nirxandin.
Li Diyarbekirê bi beşdariya hunermend, nivîskar, lêkolîner û hezkiriyên çanda Kurdî çalakiya Welatê me Kurdistane hat lidarxistin. Di çalakiyê da, belge filma ku bi Mîr û Pîrê Bilûrê Egîdê Cumo re hatibû kişandin hat nişandan û hunermend û kedkarên çanda Kurdî bi minet hatin bibîr anîn. Piştî pênîşanda filme, panelek li ser radyoyên Kurdî û girîngiya hunerê di jindemayîna miletekî de hat gotebêj kirin.
Berhevkar û lêkolînera çand û hunera Kurdî, Zeynep Yaş, ragihand ku radyoya Bexdayê û radyoya Erîvanê bandorê li ser hev kirine û ev jî di belavbûna çanda Kurdî de rolekî girîng leyistiye. Yaş da ragihand ku radyoya Bexda bi rola pêşnegiyê, radyoya Erîvanê jî bi rola neteweyîbûnê derdikevin pêş.
Lêkolîner û Berhevkar Zeynep Yaş ji K24ê re got: "Radyoya Bexdayê yek ji wan radyoya Kurdî bû ku di sala 1939'an de hatiye damezrandin û di nav rodyoya Bexda da beşa êzgeya Kurdî hatibû danîn. Ew jî bû derfetekî ji hunermendên Kurd re ku çûn û değen xwe lê tomar kirin. Wê deme em dibînin ku ew çanda bi radyoyê peyda bûbû ber bi Kafkasyayê ve tê veguhastin û bi rêya hunermendên ji hemû beşên Kurdistanê wek bingehekî hate danîn û bi vî awayî radyoya Erîvanê dikarî bi xurtî dest bi weşana xwe bike."
Egîdê Cumo, di gelek axaftinê xwe yên di belgefilmê da balê dikşîne ku mezintirîn çekê gelekî hunera wî gelî ye û hesreta xwe ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê her dubare dike.
Derhênerê belgefilma 'Welatê Me Kurdistan e' Îbrahîm Yildirim jî, da zanîn ku armanca wan ji vê filme nasîna Egîdê Cumo bû ye, lê bi Egîdê Cumo re ji dîroka Kurdîstanê jî gelek tişt fêr bûne û par ve dikin.
Derhêner Îbrahîm Yildirim diyar dike: "Me dema Egidê Cumo nas kir, me hinekî jî dîroka xwe nas kir bi rastî. Ne ku ji ber rêzdarî dibêjim, ji ber ku di her gotinên wî de dîrok û huner hebû, di her gotinên wî da çand hebû heta rabûn û rûniştinê jî. Her tim jî fêrkarekî bû, ji her aliyekî ve."
Beşdarên çalakiyê, balê kişandin ku çand û hunereke dewlemed ya Kurdî heye, lê kêm dane û berhemên li ber dest hene û pêwistiya çand û hunera hem bi lêkolînan, hem jî bi berheanîna arşivê heye.