Tirkiyê bingeheke artêşa Sûriyê bombebaran kir

Tirkiyê bingeheke artêşa Sûriyê li gundewarê Til Temirê bombebaran kir.

K24- Hewlêr

Tirkiyê bingeheke artêşa  Sûriyê li gundewarê Til Temirê bombebaran kir.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku firokeyên bê frokevanên Tirkiyê bingeheke artêşa Sûriyê li gundê Til Tewîl li ser rêya Til Temir-Minacîr kirin armanc û di encamê de dû serbazên hikumeta Sûriyê birîndarbûn.

Li gor rewangehê, ferman ji artêşa Sûriyê re çûye ku tevlî şerê di navbera hêzên Sûriya  Demokrat (HSD) û Tirkiyê de nebe û yek gulleyê jî nehavêje alîyê Tirkiyê.

Ji alyê xwe ve Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê belavkirîye, yekîneyên artêşa  Sûriyê derbazî xaleke nû li gundê Aliya li rojavayê Til Temrê bûn, bi mebesta berdewamîya peywendîyê di navbera hêzên li Hesekê û Reqayê de.