Tirkiya xaleke dî ya serbazî li derdorê Serê Kanîyê damezirand
Artêşa Tirkiya xaleke dî ya serbazî li derdorê Serê Kanîyê li Rojavaya Kurdistanê damezrand û bi dehan tank û otombêlên serbazî dişîne wê deverê.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiya xaleke dî ya serbazî li derdorê Serê Kanîyê li Rojavaya Kurdistanê damezrand û bi dehan tank û otombêlên serbazî dişîne wê deverê.
Ajanda SANA a ser bi hikumeta Suriya belav kirîye ku artêşa Tirkiya xaleke serbazî ya nû li gundê Hemamat li derdorê Serê Kanîyê damezrand û bi dehan otombêlên serbazê şandîne xala serbazî ya Girê Ebûbekir li wê deverê.
Li gor wê ajansê, hêzên artêşa Suriya xalên pişkinînê li ser rêya di navbera Sefih û Serê Kanîyê danaye û bi dehan xort desteserkirine û çarenivîsa wan nedîyare.