Tirkiya rêgirîyê ji pilaneke NATOyê dike
Tirkiya red dike wajûyê bike li ser pilana rêkxistîya NATO (rêkxistîy peymana etlesî)yê bo paraztina welatên Baltîk û Polendayê; heya ku NATO hêzên Yekîne ya Paraztina Gel (YPG) bi terorist nenase.
K24- Hewlêr
Tirkiya red dike wajûyê bike li ser pilana rêkxistîya NATO (rêkxistîy peymana etlesî)yê bo paraztina welatên Baltîk û Polendayê; heya ku NATO hêzên Yekîne ya Paraztina Gel (YPG) bi terorist nenase.
Li gor nûçeyeke Ajansa Royterzê, NATO nêzîke li wajûkirina rêkkevtinekê bo paraztina Rojhelata Ewrûpa, lê Tirkiya red dike weku endameke NATO wajûyê li ser wê rêkkevtinê bike heya ku rêkxistîya NATO navê YPGyê nexe di nav lîsta terorê de.
Çend welatên Ewrûpayê daxwaz ji NATOyê kirin e ku bo xwe paraztinê ji metirsîyên Rûsiya, NATO pereyên zêdetir bo wan xerc bike çunkû wan belgeh hene ku Mosko bûye gef li ser wan.
Bo evê mebestê jî, NATOyê pilanek amade kirîye, lê cîbicîkirina wê pêwîstî bi wajûya endamên wê rêkxistîyê heye.