Daişê berpirsîyartîya ji têkşikandina dû hêlîkopterên Firansî ragehand
Rêkxistîya Daişê li Rojavaya Eferîkayê ragehand, wan dû hêlîkopeterên Firansî li Malî têkşikandine û di encam de 13 serbaz û firokevanên firansî hatîne kuştin.
K24- Hewlêr
Rêkxistîya Daişê li Rojavaya Eferîkayê ragehand, wan dû hêlîkopeterên Firansî li Malî têkşikandine û di encam de 13 serbaz û firokevanên firansî hatîne kuştin.
Pêgeha Sayît, ku pûte yê dide bizavên girûpên îslamî li rojavaya Eferîkayê, belav kirîye: Daişê di ragehandinekê de berpirsyartîya xwe ragehadye, ji têkşikandina dû hêlîkopterên serbazîyên Firansayê.
Li gor wê çavkanîyê, Daişê ragehandîye, çekdarên wê rûbirûyê yek ji wan dû hêlîkopteran bûne û di vegerînê de xwe bi hêlîkotera dî dadaye û herdû hatîne têkşikandin.
Parîsê li roja 25ê evê mehê nûçeya kuştina 13 serbazên xwe ragehand ku ji encama têkşikandina dû hêlîkopteraên wê li Malî.
Li 2013yê ve, ev cara yekê ye zîyana canî digehe hêzên Firansa.
Di niha de 4500 serbazên Firansa erkên xwe bicih dihînin li deverên lêvarên avê yên Efrîkayê bo rûbirûbûna rêkxistîyên Daiş û Qayîde.