Artêşa Rûsiya û Tirkiya pêşhatên serbazîyên Suriya gengeşe dikin
Serok Erkanê artêşa Rûsiya, ceneral Valîrî Gîrasîmov li gel serok erkanê atêşa Tirkiya, ceneral Yeşar Guler pirsa ewleyê û serbazîya bakûra Suriya genegeşe kirin.
K24- Hewlêr
Serok Erkanê artêşa Rûsiya, ceneral Valîrî Gîrasîmov li gel serok erkanê atêşa Tirkiya, ceneral Yeşar Guler pirsa ewleyê û serbazîya bakûra Suriya genegeşe kirin.
Wezareta berevanîya Tirkiya, di beyannameyekê de ragehand: Herdû alî bi telefonê nerînên xwe derbarê pêşhatên ewlekarî û sebazî yên Sûriyayê pêşkeş kirin.
Di vî bwarî de, gotebêjê wezareta derve ya Rûsiya, Marîya Zaxarova ragehand, welatê wê dixwaze bi bawerî ve li gel Tirkiyayê berdewam be ji bo çareserkirina wan arîşeyên di navbera herdû alîyan de hene, nemaze jî derbarê wê rêkkevtina taybet bi Suriya ku herdû alîyan wajû kirîne.
Roja 22yê Oktobera burî, her yek ji serokê Rûsiya, Viladîmêr Potin û Serokê Tirkiya, Receb Teyîb Erdogan li Sûçî rêkkevtineke 10 xalî wajû kirin û li gor wê rêkkevtinê, Rûsiya destebêr vekişana hêzên Suriya Demokrat li deverên hev sinûr li gel Tirkiyê dike bi dirêjahîya 444 Km û bi kurahîya 32 Km.