Emerîka: Suriya karê komîteya destûrê asteng dike

Wezareta derve ya Emerîka hikumeta Sûriyê bi astengkirina karê komîteya destûra Sûriyê tuhmetbar kir.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Emerîka hikumeta Sûriyê bi astengkirina karê komîteya destûra Sûriyê tuhmetbar kir.

Di daxuyanyekê de wezareta derve ya Emerîkayê raghand, sepandina mercan binpêkirineke zelale ji rênmayên komîteya destûra Sûriyê re û hewleke jibo astengkirina karê wê komîteyê.

Di wê daxuyanîyê de wezareta derve ya Emerîka gotye, ew berdewam piştevanîya karê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûy û şanderê taybetê Neteweyên Yekbûy bikin jibo destibikarbûna wê komîteyê.

Zelal jî kirye, divê giringî ne tenê komîteya destûra Sûriyê bihêt dan, lê divê giringî bi xalên din yên biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî jî bihêt dan, ji wan jî: azadkirin girtîyan, rawestandina şer û peydakirina seqayeke guncayî ku têde hilbjartineke azad brêve biçe.

Berî niha Gêr Pêdersen, şanderê navdewletî jibo Sûriyê raghandibû, alîyên komîteya destûra Sûriyê negehiştîne rêkeftnekê derbarê bernameya karê komîteyê ku li gera duyemîn li Cinêv brêveçû.