20 barhelgirên Emerîkayî gehiştin Rojava ya Kurdistanê
Televizyona fermî Sûria belavkirîye, nêzîkî 20 barhelgirên Emerîkayî ji Îraqê ve çûyîne nav Sûriyayê (Rojava ya Kurdistanê).
K24- Hewlêr
Televizyona fermî Sûria belavkirîye, nêzîkî 20 barhelgirên Emerîkayî ji Îraqê ve çûyîne nav Sûriyayê (Rojava ya Kurdistanê).
Li gor wê kenalê, ew barhelgirên Emerîkayî li parêzgeha Heseke cihgîr bûne û mebesta wan paraztina bîyavên petrolê ne.
Li gor wê çackanîyê, pişkek ji wan otombêlên serbazî, ber bi başûrê û rêya di navbera Şedadî û Dêrezorê çûne.
Di dema çend rojên burî de, 60 otombêl û barhelgirên serbazî yên emerîkî cihguhertin kirîne û li deverên derdora Rimêlan li nêzîk bîyavên petrolê akincî bûne û piranîya wan jî li gundên derdora herdû parêzgehên Heseke û Reqa cihgîr bûne.