Talîban: Seqeyeke erênî li gel Emerîkayîyan heye li Dewhe
Suhêl Şahîn, gotbêjê mekteba sîyasî ya Bizava Talîban a Evxanisatnî, got: Seqayeke erênî heye di danûstandinan de di nevbera Bizava Talîban û Emerîkayê de ku niha li Dewhe ya paytexta Qeterê birêve diçe.
K24- Hewlêr
Suhêl Şahîn, gotbêjê mekteba sîyasî ya Bizava Talîban a Evxanisatnî, got: Seqayeke erênî heye di danûstandinan de di nevbera Bizava Talîban û Emerîkayê de ku niha li Dewhe ya paytexta Qeterê birêve diçe.
Herweha serokê nwênerîya Talîban li Dewhe, Suheyl Şahîn, di hejmarteya xwe di li Tiwîterê nivîsêye: Evro hejmareke endamên şanda danûstandinan bi serkiradtîya Mela Birader dîdarek encam dan li gel endamên şanda Emerîkayî bi serokatîya şanderê Emerîka yê Taybet bi karûbarê Evxanistanê, Xelîl Zad û seqya danûstandinan baş û erênî bûn û herdû alî rêkkevtin ku piştî çend rojên din careka din dest bi danûstaninan bikin.
Di van dawîyan de, çavkanîyeke nêzîk ji Biazava Talîbanê ragehandibû, Talîban û Emerîka renge di evê heftîyê de rêkkevtinekê wajû bikin û yekem rêkkevtinê jî derbarê agirbesteka 48 demjmêr rabigehînin.
Emerîka û bizava Talîban bi dirêjahîya çend mehane li sala 2019 gotûbêjan dikin û herdû alî piştî heşt gerên danûstandinan li Dewhe, li ser pirojeyeke rêkevtina aştîyê li hevhetine û li gor wê pirojeyê agirbest dihêt ragahandin û hêzên bîyanî ji Evxanistnê dê derkevtin û dest bi danûstandinan dihêt kirin di navbera alîyên Evxanistanî.