Kalin: Ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade

Peyivdarê serokatya Tirkiyê raghand, ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade.

K24- Hewlêr

Peyivdarê serokatya Tirkiyê raghand, ti alî giringîyê bi guhertina serokê Sûriyê, Beşar Esed nade.

Ibrahîm Kalin peyivdarê serokatya Tirkiyê di sîmînarekê de derbarê rewşa Sûriyê de got: Êdî ti alî giringîyê nade guhertina rjîma Sûriyê û ti givaşan jî nakin bo dûrxistina Beşar Esed ji destihlatê.

Bi gotina wî, civaka navdewletî serkevtî nebû li piştevanîkirina gelê Sûriyê û vedîtina çareyeka sîyasî ji sûryêy re.

Kaln derbarê rewşa Idilbê jî got, encamên her operasyoneke serbazî li wê parêzgehê dê  gelek xirab bin û Tirkiye  û Ewropa dê hevrûşî pêleke dîya a penaberan bibin.