Emerîka: Dorpêçên ser Îranê heman bandora cengê heye

Wezîrê gencîneya Emerîkayê dibêje, givaşên welatî wî li ser Îranê, bandora xwe hebûne û herweha dibêje, dorpêçên li şûna şerî hatîye helbijartin.

K24- Hewlêr

Wezîrê gencîneya Emerîkayê dibêje, givaşên welatî wî li ser Îranê, bandora xwe hebûne û herweha dibêje, dorpêçên li şûna şerî hatîye helbijartin.

Sitîvin Minoçin, wezîrê Gencîneya Emerîkayê di perawêza 19mîn Korbenda Dewhe de li Qeterê ragehand, Emerîka şîya bi dorpêçê û sizayan şîyanên Îranê bo piştîvanîkirina terorê kêm bike.

Minoçin dibêje jî: Heke Îran tevaya mercên Emerîkayê qebûl bike, Waşintun dorpêç û sizayan li ser wê radike.

Li gor axivtinên wezîrê Gencîne ya Emerîkayê, dorpêçên niha yên welatê wî li ser Îranê şûna şer girtîye.

Li gor axivtinên Ebas Mûsewî, gotebêjê wezareta derve ya Îranê, dorpêçên Emerîkayê pişka tendursitî û dermanan jî vewgirtîye. Mûsewî dibêje: Emerîka berdeam behsa wê yekê dike ku dûrpêçan derman û xorak ne vegirtîye, lê di niha de rê hatîye girtin ji hînana herdûyan bo Îranê.

Sizayên ser Îranê, bandoreke mezin li ser abûrîya wî welatî kirîye û bi sedema wê yekê jî, dahata Komara Îslamîya Îranê kêm bûye û bizava bazirganî bêhêz bûye.