Erdogan: Nekarîn YPG derxînin û Tiramp qebûl nekir bi dahata petrola Sûriyê devera aram ava bikîn

Serok komarê Tirkiyê ragehand, Emerîka û Rûsiya nekarîn Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) ji bakûra rojhelata Sûriyê derxînin.

K24- Hewlêr

Serok komarê Tirkiyê ragehand, Emerîka û Rûsiya nekarîn Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) ji bakûra rojhelata Sûriyê derxînin.

Serok komarê Tirkiyê, Receb Tayîb Erdogan Ragehand: Emerîka û Rûsiya serkevtî nebûn di derxistina Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) ji bakûra Rojehelata Sûriyê û Tirkiye rijte li ser ji navbirin û rûbirûbûna terorê.

Got jî: Hêj YPG li Minbic mane û bi gotina wî, hozên Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê kirine alîkarîya wan bike bo nehêlana desthelata HSDyê (Hêzên Sûriya Demokrat) û rizgarbûn ji wan.

Erdogan aşkera jî kirîye, wî pêşnîyaz bo Emerîka kiribû, ku pilana avakirina devera aram li Sûriyê bi piştgirêdan bi dahata petrola  Sûriyê be, lê ne Tiramp û ne Obama ew pilan qebûl nekirin.