Dizên kevirên bircên Diyarbekirê hatin desteserkirin

Kesên ku kevirên bircên Diyarbekirê didiziyan hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesên ku kevirên bircên Diyarbekirê didiziyan hatin desteserkirin.

Di derbarê mijarê de Parêzger û Qeyûmê Şaredariya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û ragihand, kesên zirar gihandine bircên Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin û di derbarê wan de lêpirsîn berdewam e.

Duh di derbarê hilkirin û dizîna kevirên bircên Diyarbekirê de gelek nûçe belav bûbûn û di nava raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnê.

Di wê derbarê de jî, Akademîsyenê Beşa Erdnîgariyê yê Zamkoya Dîcle Profesor Azîz Yagan ji K24ê re ragihandibû, ji ber ku birc baş nayên parastin bi awayeke hêsan kesên bixwazin keviran ji cihê wan derdixin.

Dîroka Kelha Diyarbekirê 9 hezar sal in û ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrateya çandî ya cîhanê hatibû ragihandin. Bircên Diyarbekir ên ku di cîhanê de navdar in di dema şerê xendeqan de jî rastî zirarên mezin hatibû û piştî ziyana dema şer niha jî rastî dizîna keviran tê.

 

S. B