Karwanek koçberên Dêrazorê ji kampa Holê derketin
Rêveberiya kampa Holê ragihand, ku bi biryara Rêveberiya Xweser, 47 malbat, ku hejmaran wan 207 kes bûn ji kampa Holê derketin û vegeriyan gundewarên Dêrazorê
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwanek koçberên Dêrazorê ji kampa Holê derketin.
Rêveberiya kampa Holê ragihand, ku bi biryara Rêveberiya Xweser, 47 malbat, ku hejmaran wan 207 kes bûn ji kampa Holê derketin û vegeriyan gundewarên Dêrazorê.
Herweha Rêveberiya kampê da xuyakirin, prosêsa vegerandina koçberan berdewam dike. Ew jî bi hemahengî bi Serokhozên Ereb re û bi mercekî, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re nebe.
Ligor hatiye belavkirin, heta niha 91 malbat ku hejmara wan 388 kes in, ji kampa Holê derketine û vegeriyane gundewarê Dêrazorê.
C.B