Demîrtaş: Dadgeh nikare biryara berdana min bide
Selahedîn Demîrtaş careke din derket pêşberî dadgehê û got, ew niha li zîndanê wek barimteyekî siyasî tê girtin û dadgeh nikare biryara berdana wî bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Selahedîn Demîrtaş careke din derket pêşberî dadgehê û got, ew niha li zîndanê wek barimteyekî siyasî tê girtin û dadgeh nikare biryara berdana wî bide.
Hevserokên berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji ber dozeke nû ya derbarî bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014, bi rêya vîdeokonferansê derketin pêşberî dadgehê.
Demîrtaş di rûniştina dozê de da xuyakirin, dadweran biryara girtina wî nedaye û dadwer nikarin biryara berdana wî jî bidin. Niha kujer û kesên destdirêjiyê li ser jin û zarokan dikin tên berdan, lê ew daxwaza azadkirina xwe nake.
Demîrtaş da xuyakirin, ew bibawer e, di demeke nêzîk de ewên bi dekûdolap û lîstikan ew xistine zîndanê, dê derkevin pêşberî dadgehên serbixwe.
S. B