Li Edenê 22 endamên DAIŞê û Tevgera Gulen hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li bajarê Edene dest bi operasyonekê kirin 22 Endamên DAIŞê û Tevgera Gulen girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li bajarê Edene dest bi operasyonekê kirin 22 Endamên DAIŞê û Tevgera Gulen girtin.
Li ser Fermana Serdozgeriya Komarê ya bajarê Edene, di derbarê Tevgeran Gulen û DAŞê de, duhî operasyonek dabûn destpê kirin.
Li Edenê polisan li ser hejmarek malên welatiyan de girtin û bi heceta wan pêwendî bi rêxistinê terorî kirine, 6 bergûmanên DAIŞê û 16 Endamên Tevgera Gulen hatin girtin.
Polisan di malan de lêgerîn pêk anîn û dest danîn ser computer, mobail û pertûkan xezanan.
S. B