Hêzeka Emerîka fermandeyekê dîyarê Heşd Şeibê girt
Malpera Şefeq Niyoz ragehand: Evro hêzeka Emerîkayê di operasyoneka dakevtina asmanî de fermandeyekê Heşda Eşayerî li rojavaya Enbarê girt.
K24- Hewlêr
Malpera Şefeq Niyoz ragehand: Evro hêzeka Emerîkayê di operasyoneka dakevtina asmanî de fermandeyekê Heşda Eşayerî li rojavaya Enbarê girt.
Hevdem kenala Hurre ji çavkanîyeke Heşda Eşayîrî belavkirîye, bi tuhmeta desthebûna Nesir Ûbeydî di hêrişa mûşekîya vê dawîyê bo ser bingeha Eyîn Esed, hêzên Emerîkayê li Rojavaya Enbar, di operasyoneka asamnî de li devera Bexdaî, navhatî ji alîyê hêzeka Emerîkayê ve hate girtin.
Wek wê çavkanîyê amaje kirîye, Ûbeydî di rêza wan hêzên Heşda Eşayerî de kar nake ku li devera Bexdadîyê ne, lê karê wî li devereke dîye, bê ku hûrkarîyên zêdetir di vî bwarî aşkera bike.
Ev piştî wê yekê dihêt, li 3yê evê mehê bingeha serbazîya Eyîn Esed li rojavaya Enebarê ku hêzên Emerîkayê têde ne, 5 mûşek araste ya wê hatibûn kirin. Ev jî 4 rojan piştî serdana Mayîk Pêns , cêgirê serokê Emerîka bo bingehê hat.
Piştê wê hêrişê, çend çavkanîyên ewlakarîyên Îraqê bi ajansa Firans Pirês ragehandibûnû tila tuhmetê bo ketîbeyên Hizbûllah a Îraqî ya ser bi Heşda Şeibî dirêj kiribûn, ku ji alîyê Îranê ve dihêt piştîvanîkirn û ji alîyê Emerîkayê ve navê wê giropê xistîye di lîsta reş de.
Di dema 6 heftîyên burî de, çend caran hêrişa mûşekî kirîne ser bingehên serbazîyên Emerîka û balyozxane ya wî welatî li Îraqê.