Erdogan: Tirkiye jî, dê Amerika siza bide!
Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan radighîne: Ew dê bersiva sizakirinên Amerîkayê yên dijî Tirkiyê bidin

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan radighîne: Ew dê bersiva sizakirinên Amerîkayê yên dijî Tirkiyê bidin.
Erdogan li Malezyayê ji rojnamevanan re axaft û nerazîbûnek tûnd li dijî Amerîkayê nîşan da. Erdogan dibêje, pirsa S400 û F35an ji bo wan pirsên temambûne ne. Lê Amerîka niha jî, bi awayek bêşerm ji ber projeya gazê ya di navbeyna Tirkiye û Rusyayê de gefa sizakirina Tirkiyê dixwe. Ev yek destdirêjîkirin hemberî mafên wan e. Dijî van destdirêjîkirin û gefxwarinan ew bêdeng namîn in û ew jî, dê Amerîkayê siza bikin.
Pêwendiyên Tirkiye û Amerika jiber çendîn mijaran di nav krîzekê de ne. Kirîna S400an ji Rûsya, Rêkeftina enerjiyê di navbeyna Enqere û Moskow de, Operasyona liser rojavayê Kurdistanê, pejirandina jenosaydê dijî Ermeniyan mijarên giring ên krîza Waşington û Enqere ne.
Kongress a Amerika û Senatê jî bangewaz li Serokê Amerikayê kiriye, ku sizayan bi ser Tirkiye de bisepîn e.
C.B