HDP: Bi çek gef li zarokê 10 salî yê hevşaredara me hatiye kirin
Şaredar hatiye binçavkirin û zarokê wê yê deh salî li erdê hatiye dirêjkirin û bi çek gef lê hatiye xwarin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê HDPê dibêje, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye ewqas neyarên Kurdan e ku, bi çekên giran êriş dibin ser mala hevşaredareke me û bi çekan gef li zarokê wê yê 10 salî tê xwarin.
Peyvdarê HDPê Gunay Kubîlay li Stenbolê da xuyakirin, mixabin, kiryarên faşîzmê li Tirkiye êdî bûn e bûyerên rojane û roj nîn e, şaredarek yan berpirsek partiya wan neye girtin.
Da zanîn, îro berdestê sibehê, bi otombêlên zirîpoş avahiya Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê hatiye dorpêçkirin û bi operasyonê, hevdem êriş li mala hevşaredar Fîlîz Buluttekîn hatiye kirin. Şaredar hatiye binçavkirin û zarokê wê yê deh salî li erdê hatiye dirêjkirin û bi çek gef lê hatiye xwarin.
Kubîlay got, bi derbeyên siyasî û êrişên dawî, hejmara şaredariyên qeyum hatiye danîn gihiştine 37'an û êdî desthilat hêdî hêdî berê xwe dide şaredariyên CHP jî. Da zanîn, ji vir û pê ve, êdî mijara qeyuman dibe mijara dijbereyê, ne ya desthilatê.
C.B