Trump dê budçeya, ku sizayan jî liser Tirkiye disepîne, îmze bike

Serokê Amerîkayê da xuyakirin, ew dê budçeya Wezareta Bergirî ya bi 738 milyar dolaran îmze bike, ku dorpêçiyên ser Tirkiyê û biryara neradestkirina firokeyên F-35 jî tê de hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê da xuyakirin, ew dê budçeya Wezareta Bergirî ya bi 738 milyar dolaran îmze bike,  ku dorpêçiyên ser Tirkiyê û biryara neradestkirina firokeyên F-35 jî tê de hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi twîtekê da xuyakirin, ew dê yasaya budçeya bergiriyê îro îmze bike, ku dê hêzên wan ên serbazî pirr xurt bike, hêzên boşayiyê ava bike û pereyên diwarê başûr dabîn bike.

Senatoya Amerîkayê beriya çend rojan budçeya Bergiriya Amerîkayê bi hejmareke zêde qebûl kir ku, jiber kirîna sîstemên S-400 radestkirina firokeyên F-35 betal dike û par a Tirkiye ya projeyê, Wezareta Bergirî hildide ser xwe. Herweha Yasaya Sizakirina Neyarên Amerîkayê hatiye qebûlkirin ku, tê de sepandina sizayên ser Tirkiyê hene.

Herweha bi yasayê, xeta enerjî ya Tirkiye û Rûsyayê jî, rastî sizayan te.

 

 

C.B