Topuz: Derfeta pêşxistina çand û zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê heye
Alî Duran Topuz: Herêma Kurdistanê ji bo hemû Kurdan destkeftiyek zêrîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekemîn Konferansa Edebiyata Hevçerx ku ji aliyê Wezareta Rewşenhizrî ya Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê tê sazkirin, dûr û nêzik rewşenhizrên hemû perçeyên Kurdistanê anî ba hev.
Yek ji wan mêvanan, nivîskar û rojnamegerê navdar ê Bakurê Kurdistanê Alî Duran Topuz bû.
Topuz konferansê girîng dibîne û li gor wî çalakiyên bi vî rengî dikare di nava civata rewşenhizir a Kurdî de têgihiştinek hevbeş a netewî ava bike. Dibe ko siyasetên kurdî ji hev cûda bin lê ji bo pêşxistina çand û ziman girîng e edebiyatnas û nivîskarên perçeyên din nêzikê hev bin.
Alî Duran Topuz cara yekemîn e tê Başûrê Kurdistanê û lewma me xwest em berê xwe bidin çayxneya Meçko ya bin kêla Hewlêrê û xem û hêviyên wî yên netewî li wir gohdar bikin. Topuz diyar dike ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû Kurdan destkeftiyek zêrîn e û ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî divê stratejiyeka wê ya berfirehtir hebe û alîkarê perçeyên din be.
Rojnamegerê ji Bakurê Kurdistanê civatê tîne li ser jiyana Kurdên Stenbolê û dide zanîn ku li cîhanê herî zêde Kurd li Stenbolê dijîn, lê li wî bajarî çand û zimanê wan ber windabûnê ye. Girîng e li Stenbolê derfetên parastina kurdî were zêdetirkirin.
Di nava 5 milyon kurdên Stenbolê de 100 hezar Kurdên herêma Qoçgiriyê hene û Alî Duran Topuz jî yek ji wan e. Ew ditirse ku di demek ne dûr de, Qoçgiriyiyên li Stenbolê, zimanê xwe ji dest bidin. Ji ber vê xemê jî pirtûkek bi nave Rû û Kûr nivîsandiye û tê de kurtçîrokên herêma Qoçgirî û Dêrsimê hene. Bi devoka Qoçgiriyê yekemîn pirtûka hatî nivîsandin ev berhem e û herwiha yekemîn car e ji destê nivîskarê xwe di refên pirtûkxaneyên Kurdistana Azad de cihê xwe digre.