Ciwantirîn wêneya geştiyariyê ya salê hat diyarkirin

Wênegirekî devera Raperîn xelata ciwantirîn wêneya geştiyariya Herêma Kurdistanê ya sala 2019an wergirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wênegirekî devera Raperîn xelata ciwantirîn wêneya geştiyariya Herêma Kurdistanê ya sala 2019an wergirt.

Mihemed Murad Akoyî, wênegirekî xwebeş e û çend sal in kar li ser kişandina wêneyên sirûştî yên navçeyên cuda yên Kurdistanê dike, xelata ciwantirîn wêneya geştiyariya Herêma Kurdistanê ya sala 2019an wergirt.

Mihemed Murad Akoyî ji K24ê re ragihand, wî bi wêneya “Gomê Bêkodyan” li Balekayetî û binarê çiyayê Helgurd ku buhareke dereng nîşan dide, karî ji nava 140 wênegiran xelata salane ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzar werbigire.

Pêşbirka ciwantirîn wêneya geştiyariya Herêma Kurdistanê salane ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzar tê kirin, bo belavkirina hişyarî û bazarkirina geştûguzariyê û rêzgirtin li dilsozî û keda wênegiran birêve diçe.

 

S. B