Li Tirkîyeyê bûyerên îşkenceyê zêde dibin

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê piştî proseya Rewşa Awarte OHALê ve, bûyerên îşkence, miameleya nexweş, revandina mirovan û zor û zexta li ser mirovan gihîştine astekê bilind

K24- Enqere

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê piştî proseya Rewşa Awarte OHALê ve, bûyerên îşkence, miameleya nexweş, revandina mirovan û zor û zexta li ser mirovan gihîştine astekê bilind. Liser îdiayên, ku li Midûrîyeta Ewlekarîya Enqereyê li 46 kesan îşkence hatine kirin, 9 komeleyên mafên mirovan û sazîyên sivîl li Enqereyê daxuyanîyeke hevpar dan û ji hikûmetê daxwaza lêpirsîn û cizakirina berpirsan kirin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan, di sala 2019an da 840 kes bi îdiaya, ku ew li midûrîyetên ewlekarîyê rastî îşkence û miameleya nexweş hatine serlêdan kirin e.

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê di van demên dawî da her ku diçe îdiayên derbarê îşkence û miameleya nexweş da zêdetir tên rojevê. Ev demekî ye li ser îdiayên ku li Midûrîyeta Ewlekarîya Enqereyê li 46 karmendên berê yên Wezareta Dadê îşkenceyên fîzîkî, psikolojik û cinsî li wan hatîye kirin; 9 komeleyên mafên mirovan û sazîyên sivîl yên wek ÎHD, TÎHV, ÇHD, SES, û Komeleya Înîsîyatîfa Heq derbarê vê mijarê da daxuyanîyekê hevpar dan û ji hikûmeta Tirkîyeyê daxwaza lêpirsîna van îdiayan û cizakirina berpirs û kiryaran kirin.

Nuray Çevîrmen, hevseroka ÎHD ya Şaxa Enqereyê, dibêje:"Li gorî peymanên navneteweyî û li gorî yasayên Tirkîyeyê îşkence sûcekî li dijî mirovahîyê ye û hatîye qedexekirin. Ji loma jî divê polîtikaya bêcizakirina li dijî îşkenceyê were bidawîkirin û berpirsyar bên cizakirin. Divê Tirkîye pabendî bi peymanên navdewletî bike û li gorî pîvanên Protokola Stembolê tevbigere."

Parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerliogluyê ku cara pêşîn ew îdiayên îşkence û miameleya nexweş anîbû rojevê, dide zanîn ku tevî hemû serlêdanên wan li Parlamena Tirkîyeyê bûyerên îşkenceyê nayên lêkolînkirin û ev bûyer tên veşartin.

Omer Faruk Gergerlioglu, parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê, got:"Em li Parlamen bi her awayî îdiayên îşkence û miameleya nexweş tînin ziman, lê belê serokatîya Meclîsê û wezaretên têkildar dibêjin bi tu awayî bêusûlî nîn e. Em dixwazin ku ev mijar li Komîsyona Mafên Mirovan bê lêkolînkirin û rapor bên amadekirin lê belê desthilatdar bi tu awayî rê nade vê yekê. Yanê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Parlamen bi xwe jî mafên mirovan binpê dike."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî dibêje, li Tirkîyeyê desthilatdar ji ber ku meseleya Kurd û pirsgirêkên li civakê bi rîyên aştîyane û demokratîk çareser nake her ku diçe zêdetir polîtîkayên zor û zextê birêve dibe û ji pîvanên hiqûqê jî dûr dikeve.

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ÎHD û Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyeyê TÎHVê di nav 11 mehên sala 2019an da li Tirkîye û bakurê Kurdistanê 840 kes bi îdiaya ku ew li midûrîyetên ewlekarî û li girtîgehan rastî îşkence û miameleya nexweş hatine serî li van komeleyan dane. Mafnas radigihînin piştî proseya Rewşa Awarte OHALê vir ve bûyerên îşkence, miameleya nexweş, revandina mirovan û zor û zexta li ser mirovan gihîştine astekê bilind û heta niha bi awayekî rêk û pêk jî ev bûyer û îdia nayên lêkolînkirin û berpirsyar bêciza dimînin.