Li Enqerê 3emîn Festîvala Çîkolate û Qehweyan
Di festîvalê 40 markayan çîkolate û qehweyên cûrbicûr bi şêwazên cîheren bo welatiyan peşkeş kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 3emîn Festîvala Çîkolate û Qehweyan hate li dar xistin. Di festîvalê 40 markayan çîkolate û qehweyên cûrbicûr bi şêwazên cîheren bo welatiyan peşkeş kirin.
Vê carê ne goşt, çîkolateyên cûrbicûr bo hezkiriyên çîkolateyan wek doneran hatin birîn û piştî ku hoste ligel hin fêkiyan û fistiqan bi nanê taybet ev çîkoleta peçand hate pêşandan. Ev dîmenên rengîn ji 3emîn Festîvala Çîkolate û Qehweyan e ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hat li dar xistin in. Di festîvalê de 40 marka cûreyên çîkolate û qehweyan bo welatiyan dan pêşandan.
Hosteyê Çîkolateyê Semîh Akbiyik ji K24ê re got: "Me donera navdar ya Enqereyê ji bo festîvala çîkolate û qehweyê ji çîkolateyê çêkir. Me tê de sê cureyên çîkolateyan bi kar anî. Em ligel fêkî, findiq û fistiqan wek dönere servîs dikin. Dema dibêjin doner tene îsot, goşt, tûjbun tê hişê mirovan me jî xwest tiştekî ku tune ye em peşkeş bikin. Rastî tehma wê jî zor xweş e."
Ji aliyekî din ve di qada festîvalê de bi destên hosteyan qehweyên cuda cuda yên, heremî û biyanî bi şêwazên ciyawaz hatin çêkirin û bi neqşên cîhereng hatin peşkeş kirin.
Hosteyê Qehweyê Orhan Temel dibêje: "Dendikên xav yên qehwe ji herêmên xwe bo me bi rêya kooperatîfan tên. Em bixwe wan dendikan diqelînin û li gor profîla tehmên kompanyaya xwe em qehweyan amade dikin û qelandina her qehweyê cuda ye. Dema mayîna qehwe û avê di nav hevdu de jî li gorî xwesteka çêjnê tê guhertin."
Welatiyên ku serdana festîvalê kirin jî fersend dîtîn fêrî çêkirina van tehmên cuda bibin û hem jî qehwe û çîkolateyên welatên bîyanî jî nas bikin.
Nêzîkbûna sersalê jî bandora xwe ser vê festîvalê kiriye ku di qada festîvalê de bi 300 kîlo çîkoleteyan wesayît, darên çaman û pezkoviya nîşaneya sersalê hatiye çêkirin.