Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji Îmaratê re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber bûyera diltezîn a trafîkê li mîrgeha Fûceyreyê ya Dewleta Îmaratê, ku bû sedema mirina 14 kesan û birîndarbûna 30 kesên din, peyameke hevxemî û sersaxiyê belav kir.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro În, 13ê Mijdara 2026ê, peyamek belav kir û tê de sersaxî ji hikûmet û gelê Îmaratê û malbat û kesûkarên qurbaniyan re xwest û hevxemiya xwe jê re diyar kir, herwisa tekez li ser hevsozî û piştgiriya xwe ji bo wan di vê rewşa mirovî ya dijwar de kir.
Fermangeha Peywendiyên Derve di peyama xwe de herwisa daxwaz ji Xudayê mezin jî kiriye ku qurbaniyan bi behişta xwe şa bike, sebir û hedarê bide kesûkarên wan û şifayeka bilez jî ji bo birîndaran bişîne.
Pêştir Wezareta Navxwe ya Îmaratê ragihandibû ku nêzîkî nîvşeva Çarşem li ser Pêncşemê li deriyê Fûceyreyê, şofêrê barhilgirekê kontrola xwe ji dest da û xwe li çend otomobîlên sekînî da û bi sedema wê agir berbû wê barhilgirê û otomobîlên din jî.
Di encama wê bûyerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da, ku welatiyên Îmaratî tê de hene û hîn jî rêkarên naskirina nasnameya hejmareka din ji wan bi rêya pişkinîna DNA de berdewam in, herwisa 30 kesên din jî birîndar bûn ku 15 ji wan heta niha li nexweşxaneyan di bin çavdêriya pizîşkî de ne.
Bajarê Fûceyreyê, ku dikeve aliyê rojhilatê ê Dewleta Îmaratê û rûberê wê nêzîkî hezar û 165 kîlometreyên çargoşe ye û zêdetirî 300 hezar kesan tê de dijîn, bi topografiyeke çiyayî û hebûna rêzeçiyayên "Hecer"ê tê naskirin.
Ev pêgeha erdnîgarî wisa kiriye ku ew rêyên serekî yên Fûceyreyê bi bajarên mezin ên wekî Dubay û Ebûzebî ve girê didin, di nava çiya, gelî û pêçên dijwar re derbaz bibin, ev yek jî di dema têkçûna keşûwehayê an pirsgirêkên teknîkî û barhilgiran de metirsiya bûyerên trafîkê zêdetir dike.