Wezareta Dadê ya Îraqê pişka giliyên Kurdên Feylî xist warê bicihanînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadê ya Îraqê îro Înê ragihand ku pişka girêdayî wergirtina gilî û daxwazên Kurdên Feylî bi awayekî kiryarkî dest bi birêvebirina karên xwe kiriye.

Di ragihandina wezaretê navbirî de hatiye: "Di çarçoveya bicihanîna rênimayiyên Xalid Şiwanî yê Wezîrê Dadê û Serokê Lijneya Fermana Dîwanî ya hejmar 80 a sala 2026ê ya girêdayî Kurdên Feylî de, li ser pêkanîna pişkeka taybetmend ji bo wergirtina giliyên wan, wê pişkê dest bi karên xwe kir û pêşwaziya welatiyan û daxwazên wan dike."

Wezareta Dadê amaje bi wê yekê jî daye ku ev pêngav di çarçoveya zêdetir girîngîdana bi vê pêkhateyê de ye, ku di serdema rejîma Beisê de rûbirûyî siyaseta çewsandin û paşguhxistinê bûye.

Herwisa amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku armanc ji vê pişkê şopandina berdewam e ji bo karûbarên Kurdên Feylî û bersivdana daxwazên wan, bi awayekî ku gilî û daxwaz piştî lêkolînê rasterast li ber destê Wezîrê Dadê û bi rêya hevahengiya li gel aliyên peywendîdar tên danîn, li gorî qanûn û rêkarên kargêrî yên berkar tên çareserkirin.